Îran xwe bo cerbandina bombeya etomî amade dike

dibêjin Îran rêjeyeke gelek zêde oraniyom zengîn kiriye.
کوردستان TV
100%

Sê welatên Ewrûpî dibêjin belge di destê me de hene.

Dezgehên îstîxbaratî yên Holenda, Almanya û Swêd bi awayeke cuda raportek derbarê kar û çalakiyên etomî yên Îranê de belav kirine.

Li gor raportên wan dezgehên îstîxbaratî niha Îran rêjeyeke gelek pêwîst oraniyum zengîn kiriye û xwe amade dike daku, bombeya etomî bicerbîne.

Ev dezgehên îstîxbaratî diyar kirine ku, ji sala 2022an ve Îran çekên etomî çê kiriye û niha li pey dem û derfeteke goncawe bo cerbandina vê çekê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.