Duhê bişev bi rêya telefûnî peyvî bûn.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê duhê bişev Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan telefûna Serokê Amerîkayê Jeo Biden kiriye.
Di vê peywendiya han ya telefûnî de, Erdogan û Biden behsa kirîdora henarde kirina genimê ji Ukraynayê bo cîhanê, endamtiya Swêdê li NATO û pirsa firotina balefirên F16 bi Tirkiyeyê hatiye kirin.
Erdogan daxwaz ji Biden kiriye ku, mijara firotina balefiran bi Tirkiyeyê girê nede bi mijara endamtiya Swêdê li NATOyê.
Herwiha derbarê endamtiya Ukraynayê li NATOyê ku, Erdogan gotibû mafê Ukraynayê ye bibe endamê NATO, Biden gotiye ku, hîn jî dem ne dema vê yekêye ku, Ukrayna bibe endamê NATO.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin