Serokwezîrê Îraqê Serokatiya vê civînê kiriye.
Li gor çapemeniya Îraqê, duhê bişev komîteya taybet bi dabîn kirina çek û pêdiviyên artêşa Îraqê bi Serokatiya Serokwezîr Mihemed Sûdanî civiyaye.
Di civîna han de ku, nunerên aliyên din yên têkildar jî têde beşdar bûne, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî ferman daye daku, pêdiviyên artêşê bi çek û cebelxaneyan werin dabînkirin û gotiye lazime piraniya wan pêdiviyan ji berhemên navxweyî werin dabînkirin lewre lazime em giringî bi kerta pîşesaziya berevanî bidin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin