Navendên leşkerî yên hevbeş ava dikin.
Li gor çapemeniya Îraqê di navbera wezîrên navxwe yên Îran û Îraqê de li deriyê sînorî yê li Besreyê civînek hatiye lidarxistin.
Di civîna han de wezîrên navxwe yên wan her du welatan li ser ava kirina navend û xalên leşkerî yên hevbeş li ser sînorên navbera Îraq û Îranê lihev kirine.
Li gor lihev kirina han vê di demeke nêz de Îran û Îraq li ser sînorên xwe dest bi ava kirina navend û xalên leşkerî yên hevbeş bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin