Çiyayê Korejaro hate bordiman kirin

heta niha zirarên bordimanê nehatine zanîn.
کوردستان TV
100%

Liv û tevgerên balefiran li wan deveran didome.

Peyamnêrê me yê li devera Amêdiyê ragihand ku, çend kêliyên beriya niha balefirên şer yên Tirkiyeyê li ser esmanê deverê çend caran geriyan û pişt re jî navendên pkkê yên li çiyayê Korejaro ya li hember Şêladizê ya li Amêdiyê bordiman kirin.

Jiber egera bordimanê dengê teqînên mezin hatiye bihîstin û heta niha jî zirarên teqînê nehatine zanîn.

Peyamnêrê me eşkere kiriye ku, hîn jî liv û tevgerên balefirên şer yên Tirkiyeyê li deverê de didome.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.