Ji aliyê topxaneyên Tirkiyeyê ve hatiye bordimankirin.
Îro derdor seat 10ê sibê yekeya topxane ya artêşa Tirkiyeyê jiber hebûna navendên gerîlayên pkk devera Sîdekanê toparan kir.
Her çend heta niha zirarên topbaran û bordimanê nehatiye zanîn lê ev topbarana han li devera Lolanê, Dola Giwêze, Geliya Male Mela û zozanên Komasor li nêzî cîhê bax û zomên koçeran bûye lewre bûye sedema çêbûna fikar û dilgiraniya şêniyên wan deveran.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin