Serok Barzanî û balyozê Brîtanyayê civiyan

balyozê Brîtanyayê xatir ji Serok Barzanî xwest.
کوردستان TV
100%

Behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mike Bryson Richardson kir.

Di civînê de ku, Konsulusa Brîtanyayê ya li Hewlêrê Rosie Cave jî têde beşdar bû, behsa rewşa siyasî ya Îraqê, deverê û têkiliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û herwiha pêwîstiya çareser kirina kêşeyên navbera her du aliyan û hilbijartinên bajardariyê yên li Îraqê jî hate kirin.

Di berdewamiya civînê de her du aliyan nîqaş li ser rewşa navxweyî ya Kurdistanê kirin û li ser vê yekê hemfikir bûn ku, bo parastina şeriyet û bihêztir kirina prosesa demokrasî lazime hilbijartinên herêma Kurdistanê bêyî derxistina ti hincetekê werin lidarxistin.

Têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê mijareke din ya vê civînê bû û balyozê Brîtanyayê tekez li ser dostatî û hevpeymaniya navbera Brîtanya û herêma Kurdistanê kir û Serok Barzanî jî rixmî balkêşandine ser têkiliyên kevnar yên di navbera gelê Kurdistan û Brîtanyayê de, hevdem daxwaza kûrtir kirina dostatî û têkiliyên han kir.

Balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê dawî bi erkê xwe hatiye lewre bi mebesta xatir xwestinê ji Serok Barzanî serdana Serok Barzanî kir û Serok Barzanî jî hêviya serkeftinê bo wî xwest.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.