Aloziyên li Franseyê didomin.
Alozî û xwepîşandanên ku, jiber kuştina ciwanekî ji aliyê polîsan ve li Franseyê destpê kirine, hîn jî didomin.
Li ser vê rewşa han Serokê Franseyê Emmanuel Macron huşdarî daye û gotiye eger rewş aloztir bibe neçar dibin li hember torên civakî tedbîrên pêwîst bistînin û eger jî lazim be vê wan toran daxin.
Macron herwiha daxwaz ji xelkê xwepîşander û polîsan jî kiriye aramiya welat biparêzin û gotiye lazime Xwepîşander jî dawî bi xwepîşandanan û tundûtîjiyan bînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin