Sibê pileyên germiyê bilindtir dibin.
Navenda meterolojiya Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye û têde huşdarî daye welatiyan.
Di daxuyaniya navenda meterolojiya Kurdistanê de hatiye eşkere kirin ku, ji sibê pêncşem ve pileyên germiyê gelek bilind dibin û lazime welatî baldar bin.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, lazime welatî gelek hayedar bin û eger neçar nebin di saetên germ de dernekevin.
Pileya germiyê li Hewlêrê digehêje seriya 44 pileyan, li Dihukê û Silêmanî jî pile degehêjin 43 û li Kerkûkê 46 û li Gerimiyanê jî pile digehêjin 47.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin