Îran: Ti geşteke esmanî nehatiye organîze kirin

heta 45 rojên din yekem koma torîstên Îranî diçin Misirê.
کوردستان TV
100%

Hewldanên Îran û Misirê bo normal kirina têkiliyan berdewamin.

Li gor çapemeniya Îranî, nivîsîngeha berevanî kirin ji berejwendiyên Îranê li Misirê daxuyaniyek belav kiriye û di daxuyaniya han de nûçeya destpê kirina geştên esmanî yên di navbera Tehran û Qahêreyê de hatiye redkirin.

Di daxuyaniya vê nivîsîngeha han de hatiye diyarkirin ku, ti geşteke esmanî di navbera Tehran û Qahêreyê nehatiye organîzekirin lê hewldanên Tehran û Qahêreyê bo normal kirina têkiliyan berdewamin.

di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, tê payîn heta 45 rojên din yekem koma torîstên Îranî biçe Misirê.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.