Dibêje Tirkiye hevkariya Rûsyeyê dike.
Rojnameya wall street Jornal ya Amerîkî li ser zarê çend rayedarên bilind ji wezareta derve ya Amerîkayê belav kiriye ku, Amerîka gehêştiye vê baweriyê ku, Tirkiye bo binpê kirina dorpêçên Amerîka û cîhanê yên li dijî Rûsyeyê hevkariya Rûsyeyê dike.
WSJ belav kiriye ku, jêderên Amerîkî diyar kirine keştiyên ev kompaniya Rûsî yên ku, çekan bo Rûsyeyê vediguhêzin bi rêya tengava Îstenbûlê de hatûçû dikin û piraniya deman li peravên Îstenbûlêne û herwiha kes û kompaniyên din yên Rûsî yên ku, ji aliyê Amerîkayê ve hatine cezakirin lê Tirkiyeyê çalakin lewre Amerîka gehêştiye vê baweriyê ku, Tirkiye hevkariya Rûsyeyê dike, lewre niha rayedarên Amerîkî mişxûlî nirxandina rewşêne û eger heye bi hinceta binpê kirina dorpêçên li ser Rûsyeyê, Amerîka Tirkiye ceza bike û dorpêçan bixe ser Tirkiyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin