Hatina welatiyên Îranî bo Îraqê zêde bûye

ev yekem care rayedarekî Îranî mokir li ser xirab bûna rewşa abûrî û zêdebûna bêkariyê bike.
کوردستان TV
100%

Hêza kar ya Îranî berê xwe dide Îraqê.

Serokê odeya bazirganî û pîşesaziya hevbeş ya Îraqê û Îranê Cehanbexiş Sencabî Şîrazî ragihandiye ku, di wan demên dawî de jiber rewşa heyî ya nebaş ya abûrî û zêde bûna bêkarî li Îranê çûna hêza kar ya Îranî bo Îraqê gelek zêde bûye.

Nav hatî diyar kiriye ku, jiber bûdceya zêde yaku, Îraq bo geşe pêdanê di salên pêş de dabîn kiriye derfetên karî li vê welatî zêde bûne û jiber vê çendê jî çûna Îraniyan bi taybetî hêza kar ya Îranî bo Îraqê zêde bûye.

Weke tê zanîn ev yekem care ku, rayedareke rejîma Îranê li xerab bûna rewşa abûrî û zêdebûna bêkarî li Îranê mokir were û bêje rewşa abûrî ya Îranê xirabe û bêkarî zêde bûye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.