Tenê di mehekê de Îraq 7.5 miliyon bermîl petrol şandiye Amerîkayê.
Li gor daxuyaniyeke ajansa enerjî ya Amerîkayê tenê di meha Hezîranê de Amerîka ji Îraqê 7 miliyon û 500 hezar bermîl petrol ji Îraqê hawirde kiriye.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, hawirde kirina petrolê ji Îraqê di meha Hezîranê de li gor meha Gulanê zêde bûye û di Hezîranê de rojane nêzî 214 hezar bermîl petrol ji Îraqê bo Amerîkayê hatiye şandin.
di meha Gulanê de 6 miliyon û 600 hezar bermîl petrol bo Amerîkayê hatiye şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin