Girtina welatiyên Kurd li Rojhilatê zêde bûye

di nava girtiyan de zarok jî hene.
کوردستان TV
100%

Girtina welatiyan sedî 57 li gor mehên derbasbûyî zêde bûye.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê zextên rejîma Îranê li dijî welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne.

Hengawê belav kiriye ku, tenê di meha Hezîranê de herî kêm 77 welatiyên Kurd li bajarên curbicur yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, amarên girtiyan yên meha Hezîranê li gor meha derbasbûyî bi rêjeya sedî 57 zêde bûye.

di nava girtiyan de, Mamoste, çalakvanîn siyasî, medenî, olî û zarok jî hene û hijmareke zêde ji wan girtiyan bi şêwaza revandinê hatine girtin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.