Dibêje bila encamên danûstandinan derkevin.
Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îsraîlê Tsahi Hangbi ragihand ku, carê bo êrîş kirine ser navendên etomî yên Îranê û Îranê bi giştî hîn jî zûye û dem maye bo êrîşên han.
Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îsraîlê diyar kiriye ku, niha Îsraîl li benda eşkere bûna encamên danûstandinên navbera Amerîka û Îranê yên taybet bi bernameya etomiya Îranê ye.
Tsahi Hangbi tekez li ser vê yekê kiriye ku, ev demeke Îran zengîn kirina oraniyumê rawestandiye û zengîn kirina oraniyumê ji aliyê Îranê ve negehêştiye astek ku, weke xeta sor ya Îsraîlê ye.
Weke tê zanîn beriya niha Serokwezîrê Îsraîlê jî diyar kiribû ku, zengîn kirina oraniyumê bi rêjeya sedî 90 xeta sore bo Îsraîlê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin