Brîtanya dîsa Tirkiye direwand

Brîtanya dibêje Xelîfeya DIŞI di wan demên dawî de li Îraqê hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Brîtanya dibêje li Îraqê hatiye kuştin.

Piştî gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê RecebTeyyib Erdogan yên derbarê kuştina Xelîfeya DIŞIê Îbrahîm Qureyişî, di meha Gulanê de, Brîtanya ev gotinên Erdogan direwand û zaniyariyên nû belav kir.

Her çend di meha Gulanê de Amerîka jî gotibû ku, ti belgeyek tuneye ku, îsbat bike Erdogan rast dibêje lê gomanê me hene ku, Xelîfeya DIŞIê li Îraqê be, îro înê çapemeniya Brîtanî li ser zarê rayedarên leşkerî yên Brîtanî tişteke nû belav kir.

Rayedarên leşkerî yên Brîtanî diyar kirine ku, Xelîfeya DIŞIê di operasiyoneke hevbeş ya hêzên Îraqê yaku, ji aliyê hêzên Brîtanî ve hatiye qordînekirin, karîne Xelîfeya DIŞIê li Îraqê bikujin û niha cerbandinên DNA bo Xelîfeya DIŞIê û terorîstên din yên DIŞIê yên ku, di operasyonê de hatine kuştin, têne kirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.