Bikuj ji aliyê sîstemê ve nayên cezakirin.
Saziyên mafên mirovan û çalakvanên mafên jinan yên li Tirkiyeyê ragihandiye ku, kuştina jinan ji aliyê mêran ve gelek zêde bûye û gehêştiye asteke metirsîdar.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê navendên mafên mirovan û çalakvanên mafên jinan diyar kirine ku, tenê di salekê de zêdetir ji 101 jin ji aliyê mêran ve ku, (piraniya wan bi destê hevjîn û kesûkarên xwe ve hatine kuştin) hatine kuştin.
Ev sazî û çalakvanên han rexne li desthilatê jî dikin û dibêjin ku, sîstem berevanî ji bikujan dike û wan ceza nake.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin