Tirkiye jî merc bo Sûriye danî

Sûriye jî dibêje lazime Tirkiye ji axa me derkeve.
کوردستان TV
100%

Dersînor kirina koçberan bileztir kiriye.

Li gor çapemeniya cîhanî di civîna çar alî ya Astanayê ya di navbera Îran, Tirkiye, Sûriye û Rûsyeyê de Tirkiye çar merc bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê û vekêşîna hêzên xwe ji Tirkiyeyê daniye.

Rojnameya Guardian li ser zarê çend rayedarên Tirkî belav kiriye ku, di civînê de Tirkiye mercên xwe eşkere kiriye û gotiye lazime Sûriye ewlekariya sînoran biparêze, derfet bo vegera koçberan xweş bike, hilbijartinên giştî bike û destûreke nû jî amade bike.

Li hember de jî Sûriye mercê xwe diyarî kiriye û gotiye lazime Tirkiye ji Sûriyeyê vekêşe.

Ji aliyeke din ve çapemeniya cîhanî qala vê yekê dike ku, Tirkiye bo bilez têkiliyên xwe li gel Sûriyeyê normal bike bi awayeke  lezgîn dest bi dersînor kirina penaber û koçberên Sûrî li Tirkiyeyê kiriye.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.