Almanya dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li Almanyayê de êwara îro duşem li gel Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz civiya û piştî civînê jî ji çapemeniyê re naveroka civînê eşkere kir.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, serdan û civînên wî yên li Almanyayê gelek girîng bûn û got: "Tişta girîng ji bo me her duyan ew bû ku em li ser çawaniya baştirkirina peywendiyên xwe yên aborî û siyasî axifin û min daxwaz ji kir ku serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin. Ew jî gelek girîngiyê bi têkiliyên Almanyayê yên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re dide."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinên xwe yên li Almanyayê weke girîng da zanîn û got, ku Almanya dixwaze peywendîyên xwe yên bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re bihêztir bike. Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Bexdayê heta niha jî gavên pêwîst ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê neavêtiye.”
Derbarê hevdîtina bi Olaf Schulz re Nêçîrvan Barzanî got: “Serdana me ya Berlînê li ser daxwaza Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz bû, me îro êvarê hevdîtineke baş kir, di wê kombûnê de me behsa mijarên hevbeş ên navbera Herêma kurdistanê û Almanayê kir û herwiha me behsa peywendiyên Iraqê yên bi Almanayê re kir.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin