Li welatê Hondorasê êrîşeke çekdarê pêk hat

beriya 6 rojan dîsa êrîşeke din pêk hatibû û gelek kes hatibûn kuştin.
کوردستان TV
100%

Gelek kuştî û birîndar hene.

Li gor çapemeniya cîhanî li bajarê Choloma ya li Hondorasê di navbera du komên Bazirgan yên madeyên hişber de pevçûn qewmiye.

Di encama pevçûnê de êrîşî ser balkoneke navenda lîstoka bîlardoyê jî hatiye kirin û di encama vê êrîşê de herî kêm 11 kes hatine kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn beriya 6 rojan li girtîgeheke Hondorasê êrîşî ser girtîgeha jinan jî hatibû kirin û herî kêm 41jin hatibûn kuştin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.