Îraq jiber hawirde kirina gazê deyindarê Îranê bû.
Kompaniya nîştimanî ya gaza Îranê ragihandiye ku, ti deyineke Îranê ya ji bo şandina gazê bo Îraqê, li ser Îraqê nemaye û Îraq tevahiya deyinên xwe daye Îranê.
Li gor daxuyaniya kompaniya nîştimanî ya gaza xwezayî ya Îranê, niha Îraq ne deyindarê Îranê ye û kêşeya Îranê tenê eve ku, nikare pereyên han yên ku, di nava bankaya TBI ya Îraqê dene vegerîne Îranê.
Weke tê zanîn beriya niha Îran jiber deyinên xwe çend caran henarde kirina gazê bo ser Îraqê kêm kiribû lewre Îraq jî rastî kêşeya elektirîkê dihat.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin