Li Îraqê 3 hezar girtî têne azad kirin

ev girtiyên han di nava 5 mehên ewil yên îsal de hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îraqê fermana azad kirina wan daye.

Li gor daxuyaniyeke nivîsîngeha Serokkomariya Îraqê, Serokkomarê vê welatî Letîf Reşîd jiber cejna qurbanê lêxweşbûna giştî daye.

Çapemeniya Îraqê eşkere kiriye ku, jiber lêxweşbûna giştî yaku, ji aliyê Serokkomar ve hatiye îmzekirin vê zêdetir ji 3 hezar girtî werin azadkirin.

Ev girtiyên han ewin ku, di nava 5 mehên ewil yên sala 2023an de hatine girtin û hijmara wan jî 3 hezar û 469 kese.

Ev lêxweşbûna han kesên ku, bi tawanên terorê hatine girtin nagire.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.