Li çiyayê Metîna ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine bordimankirin.
Şêniyên devera Amêdiyê ji Kurdistantv re ragihandin ku, îro danê nîvroyê balefirên şer yên Tirkiyeyê baregehên PKK yên li çiyayê Metîna û derdorê bordiman kirine.
Şêniyên deverê diyar kirine ku, bordiman sê caran hatiye kirin lê heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin jiber ku, ev cîhên ku, hatine bordimankirin deverên çiyayîne û xelkê medenî li wan deveran tuneye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin