Ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve hatine kuştin.
Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê êrîşên raste rast yên hêzên çekdar yên rejîma Îranê bo ser Kolberên Kurd li ser sînorên Kurdistanê berdewamin.
Hengawê di raporta xwe de diyar kiriye ku, di nava 3 mehên derbasbûyî de herî kêm 10 Kolberên Kurd di encama êrîşên raste rast yên çekdarên rejîma Îranê de canê xwe ji dest dane û 46 Kolberên din jî birîndar bûne.
Du ji Kolberên birîndar temena wan ji 18 salan kêmtire.
Li Urmiyeyê Kolberek hatiye kuştin û yeke din jî birîndar bûye, li Sineyê 6 Kolber hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne û li Kirmaşanê jî 2 Kolber hatine kuştin û 37 Kolberên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin