Komcivîna Îbrahîmê tê paş xistin

heta niha du car ev komcivîn hatiye lidarxistin.
کوردستان TV
100%

Biryar bû havîna îsal li Mexrîbê were lidarxistin.

Wezîrê derve yê Mexrîbê Nasir Burîte ji çapemeniya welatê xwe re ragihandiye ku, komcivîna navbera welatên ku, rêkeftina Îbrahîmê ( normal kirina têkiliyan li gel Îsraîl) îmze kirine îsal nayê lidarxistin.

Nasir Rubîte eşkere kiriye ku, biryar bû ev komcivîna han havîna îsal li Mexrîbê were lidarxistin lê jiber rewşa siyasî ev komcivîna han bo demeke din hatiye paşxistin.

Beriya niha du caran ev komcivîna han li ser asta wezîrên derve hatibû lidarxistin.

Weke tê zanîn di çarçoveya rêkeftina Îbrahîmê de gelek welatên Erebî têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal kiribûn.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.