Amerîka helwesta xwe derbarê êrîşên Tirkiyeyê de diyar kir

dibêje Amerîka berdewam dibe li ser hevkariya li gel hevpeymanên xwe yên herêmî.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime Tirkiye aramiya rewşa deverê li ber çav bigire.

Wezareta derve ya Amerîkayê duhê înê derbarê êrîşên dronên Tirkî yên bo ser Rojavayê daxuyaniyek da û helwesta Amerîkayê ragihand.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, Amerîka û hevpeymanên wî yên herîmî mişxûlî şerê dijî terorêne û aramiya deverê bo wan gelek girînge.

Amerîka herwiha diyar kiriye ku, her cure êrîş û liv û tevgereke leşkerî vê bibe sedema têkdana aramiya deverê lewre lazime Tirkiye aramiya deverê liber çav bigire û rê nede şerê dijî DIŞIê lawaz bibe.

Weke tê zanîn beriya çend rojan dronên Tirkiyeyê li Qamîşloyê êrîş kiribûn û Hevseroka kantona Qamîşloyê kuştibûn û piştî vê êrîşê jî wezareta berevanî ya Amerîkayê diyar kiribû ku, Amerîka berdewam dibe li ser karên xwe yên hevbeş li gel hevpeymanên xwe yên herêmî û lazime Tirkiye jî vê yekê fêm bike.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.