Heta niha nayê zanîn ev dron ya çi aliyekê ye.
Kêliyek beriya niha li gundê Şerwêtê ya ser bi qezaya Pişder dronek kete erdê û heta niha nayê zanîn ev dron ya çi aliyekê ye.
Li gor nûçeyeke Kurdistan24 Şêniyên gundê ku dron li nêzî wan ketiye erdê eşkere kirine ku, dema pê bihesin ku, dron ketiye erdê, dengê teqîneke mezin bihîstine û pişt re hesiyane ku, dronek di nêzî wan de ketiye erdê.
Heta niha aliyên têkildar yên ewlekarî jî li ser vê mijarê ti daxuyanî nedane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin