Dibêje emê navenda etomî çê nakin.
Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Kamal Husên Letîf ragihandiye ku, hikûmeta Îraqê ji biryara xwe ya berê ya bo ava kirina navendeke etomî ya bo hêlbirîna elektirîkê poşman bûye.
Husên Letîf eşkere kiriye ku, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî diyar kiriye ku, niha petrol, gaz û çavkaniyên din yên enerjiyê yên Îraqê hene lewre pêdiviya welat bi navendeke etomî û bo ser welat jî mimkune metirsîdar be tuneye.
Letîf herwiha eşkere kiriye ku, eger heye hinek ji welatên derdor jî dijî ava kirina navendeke wisa bin li Îraqê.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî di navbera Îraq û Qeterê de rêkeftinek bi buhayê 10 miliyar dolaran bo hêlbirîna elektirîkê hatibû kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin