Serokwezîr dibêje nabe prosesa demokrasiyê were paşxistin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunera Sekreterê giştî yê NY li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê birêz Jeannine Hennis-Plaschardt kir.
Mijara sereke ya civîna me taybet bû bi giftûgo kirin li ser rewşa herêma Kurdistanê û di vê derbarê de em her du alî li ser lidar xistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di demeke nêz û goncaw de hemfikir bûn.
Me tekez li ser vê yekê kir ku, nabe ji vê zêdetir hilbijartinên parlementoyê werin paşxistin û nabe hilbijartin bibe qurbaniya xwestek û xweziyên ti hêz û aliyekê bo paş ev prosesa han ya demokratîk.
Me herwiha giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên nava rewşa Îraq û dabîn kirina mafên destûrî û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin