Parlemento û Senatoya Franseyê belgenameyek dijî rejîma Îranê îmze kirin.
Li gor çapemeniya Frensî duhê sêşem 290 Parlementerên Frensî li gel 76 Senatorên Frensî belgenameyeke hevbeş bo piştîvanî kirina xelkê Îranê li dijî rejîma Îranê îmze kirine.
Di vê belgenameya han de hatiye diyarkirin ku, lazime Franse û civaka cîhanî guhê bide daxwazên xelkê Îranê û bo guhertina rejîma Îranê piştîvaniya hewldanên xelkê Îranê bike.
Di vê belgenameya han de behsa vê yekê hatiye kirin ku, lazime Frense û civaka cîhanî li dijî rejîma Îranê gavên pêwîst bavêje û wisa bikin ku, rejîma Îranê bi asanî ji aliyê xelkê vê welatî ve were guhertin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin