Sûriye jî dibêje merca ewil ya normal kirina têkiliyan vekêşîna Tirkiyeyê ye.
Îro duyem roja 20mîn civîna çar alî ya Astanayê ya taybet bi Sûriyeyê ye.
Di vê derbarê de Rojnameya Elweten ya Sûrî belav kiriye ku, di civîna vê carê de nîqaş li ser vekêşîna Tirkiyeyê tê kirin û Rûsye jî li ser vekêşîna Tirkiyeyê bi îsrare.
Çavkaniyê eşkere kiriye ku, vê di civîna vê carê de Rûsye bernameyeke taybet bo vekêşîn û çawetiya vekêşîna hêzên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê pêşkêşî Tirkiyeyê bike.
Li hember de her di civîna çar alî de şanda Sûrî jî ku, Îran jî piştîvanî ji vê dike diyar kiriye ku, merca yekem ya normal kirina têkiliyan li gel Tirkiyeyê vekêşîna Tirkiyeyê ye ji Sûriyeyê.
Şanda Sûrî rexne li Tirkiyeyê kiriye û gotiye Tirkiye ji aliyekê ve dibêje em piştîvaniya yekîtî û yek parçeyiya axa Sûriyeyê dikin lê ji aliyeke din ve berdewame li ser dagîr kirina axa Sûriyeyê, lewre Sûriye biryar daye heta ku, Tirkiye ji Sûriyeyê nevekêşe têkiliyên xwe li gel Tirkiyeyê normal neke.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin