Nêzî 60 kesan birîndar bûne.
Li gor çapemeniya Îraqê hijmara bûyera tirafîkê ya duhê ya di navbera du pasên rêwîngan yên Îranî û Îraqî herî kêm 60 kes birîndar bûne û 4 kes jî canê xwe ji dest dane.
Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku, di encama lihev dana du pasan de 33 welatiyên Îraqî birîndar bûne û 2 welatiyên din yên Îraqî jî canê xwe ji dest dane.
Herwiha di heman bûyerê de 26 welatiyên Îranî jî birîndar bûne û 2 welatiyên din yên Îranî jî canê xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin