Serokwezîr marka û malpera Invest Kurdistan ragihand

dibêje berdewam dibin li ser piştîvanî kirina kerta taybet.
کوردستان TV
100%

Li Hewlêrê merasîmeke fermi hat lidarxistin.

Kêliyek beriya niha li Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîmeke fermî ku, têde hijmareke zêde Bazirgan û Hêlbirênerên navxweyî û biyanî jî beşdar bûn bo ragihandina marka û malpera Invest Kurdistan hate organîzekirin.

Di merasîma han de ku, hijmareke Konsulus û Dîplometên welatên biyanî jî beşdar bûn, Serokwezîr gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser pêngav û bernameya hikûmeta Kurdistanê ya bo pir cure kirina çavkaniyên dahatê û girîngî dan bi kerta torîzim û çandiniyê li Kurdistanê de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî balkêşande ser vê yekê ku, hikûmeta herêma Kurdistanê hewl dide ku, çavkaniyên dahatê pircure bike lewre girîngî bi kerta çandiniyê, pîşesazî û torîzmê didin.

Herwiha behsa vê yekê kir ku, kerta taybet di vejandina abûrî û jêrxana welat de xwedan roleke girînge û di rojên dijwar de jî xwedan helwêst bûye.

Mesrûr Barzanî qala vê yekê kir ku, berdewam dibin li ser hevkarî û pêşkêş kirina kar asanî bo Hêlbirênerên biyanî û navxweyî û piştîvanî kirina kerta taybet jiber ku, dixwazin Kurdistan di her warî de pêş bikeve û pêşkeftina Kurdistanê bi wateya pêşkeftina tevahiya Îraqê ye.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.