Mesrûr Barzanî: Em dixwazin abûriya herêmê pir cure bikin

kompaniyên Amerîkî hêlbirîna xwe li Kurdistanê zêdetir dikin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel şandeke odeya bazirganî ya Amerîkayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke odeya bazirganî ya Amerîkî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke odeya bazirganî ya Amerîkî kir.

Di civînê de ku, Konsulusê Amerîkayê yê li herêma Kurdistanê birêz Erven Hicks jî têde beşdar bû, Cîgirê Serokê odeya bazirganî ya Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn birêz Steve Lutz bi awayeke kurt behsa armancên serdana xwe û pêkhateya şandê ku, ji nunerên hijmarek ji kompaniyên Amerîkî bo pêşde birina çandiniyê pêk hatibû kir.

Me rixmî vê ku, spasiya Amerîkayê kir bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêmê bi rêya kerta taybet, behsa reformên kabîneya 9an yên di warê pir cure kirina abûrî, giringî dan bi kerta çandiniyê û ava kirina jêrxana bihêz ya abûrî û çalakkirina sîstema bankî û dîcîtalîze kirina xizmetgozariyên giştî kir.

Me herwiha balkêşande ser vê yekê ku, armanca me eve daku, herêma Kurdistanê bibe navendeke girîng ya çandinî û bazirganî li deverê de bi armanca dabîn kirina ewlekariya xwerakê.

Me herwiha ji kompaniyên Amerîkî jî xwest daku, rêjeya hêlbirîna xwe li herêma Kurdistanê de zêdetir bikin bi taybetî di warê enerjiya ku, tê nûkirin, karûbarên bankî û amadebûna herêma Kurdistanê jî bo pêşkêş kirina her asankarî û hemahengiyeke pêwîst di vê warî de diyar kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.