Civîn derbarê petrola Kurdistanê deye.
Îro li Bexdayê civîna sê alî ya di navbera Kurdistan, Îraq û Tirkiyeyê de destpê kir.
Di civîna sê alî de ku, şandên wan her sê aliyan têde beşdarin giftûgo derbarê destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê tê kirin.
Şanda Kurdistanê ji wezareta enerjiyê, ya Tirkiyeyê jî ji heman wezaretê û ya Îraqê jî ji kompaniya SOMOyê pêk hatiye.
Weke tê zanîn jiber biryara dadgeha tehkîmê yaku,di 25ê Adarê de dabû, henarde kirina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê rawesta bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin