Wezîrê navxwe yên Kurdistanê li gel Barbara Leaf civiya.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê Rêber Ehmed li gel Alîkara wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf civiya.
Di civînê de behsa rewşa deverê û têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê hate kirin û Barbara Leaf eşkere kiriye ku, têkiliyên Amerîkayê yên li gel Kurdistan û Îraqê berdewam dibin û Amerîka hewl bo bihêztir kirina wan têkiliyan dide.
Nav hatî diyar kiriye ku, di wan rojên pêşiya me de vê şandeke mezin ya bazirganî ya Amerîkî bi mebesta bihêztir kirina têkiliyên bazirganî serdana Hewlêr û Silêmanî bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin