Bi vê projeyê Îsraîl dibe pira navbera Asya û Ewrûpayê.
Li gor çapemeniya Îsraîlî, wezareta darayî ya vê welatî ragihandiye ku, dest bi karên rakêşana boriyeke mezin ya deryayî di navbera behra rewş û behra sor de kiriye.
Di daxuyaniya wezareta darayî ya Îsraîlê de hatiye diyarkirin ku, ev boriya han bo karê veguhastina çavkaniyên enerjiyê ji Asya, Kendav û Rojhilata Navîn dibe bo Ewrûpayê û ev projeya han alternatîfa tengava Swîsê ye û kompaniyên biyanî yên ku, li Îsraîlê dikarin bixebitin mafê wan heye heta 25 salan fêde ji vê boriyê bistînin.
dirêjahiya vê boriya han 254km e û Asya û Ewrûpa bihev re girê dide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin