Ev demêke di navbera Îran û Azerbayicanê de nakokî hene.
Di çarçoveya alozî û nakokiyên navbera Îran û Azerbayicanê de, duhê hikûmeta Azerbayicanê biryareke nû derbarê welatiyên Îranê yên ku, diçin Azerbayicanê da.
Hikûmeta Azerbayicanê ragihandiye ku, ji niha û pêde li balefirxaneyên vê welatî bi ti awayî vîze bi welatiyên Îranî yên ku, dixwazin biçin Azerbayicanê nade.
Beriya niha jî hatibû gotin ku, Azerbayican weke berê rê nade welatiyên Îranî bi asanî serdana vê welatî bikin û herwiha Azerbayican hişdarî jî dabû welatiyên xwe daku, serdana Îranê nekin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin