Rejîm rê neda Mewlevî Ebdulhemîd biçe hecê

Îran Mewlevî bi metirsîdartirîn neyarê xwe dizane.
کوردستان TV
100%

Îtlaata rejîma Îranê rê nedaye wî ji welat derkeve.

Li gor nûçeyeke voa rayedarên rejîma Îranê û wezareta îtlaatê ya rejîma Îranê rê nedane oldar û Mamosteyê olî yê navdar yê sune Mewlevî Ebdulhemîd ji Îranê derkeve û biçe hecê.

Wezareta îtlaata Îranê ragihandiye ku, derketina wî ji Îranê negoncawe lewre nabe rê jê re were dayîn ji Îranê derkeve.

Mewlevî Ebdulhemîd oldar û Mamosteyeke olî yê navdar yê suneye ku, li başûrê Îranê gelek xwedan hêze û herwiha di nava suneyên Îranê de jî xwedan hêzeke zêde ya civakiye.

Nav hatî di dema xwepîşandanên Jîna Emînî de gelek bi dijwarî rexne li rejîma Îranê dikir û yek ji neyarên navdar yê rejîma Îranê ye.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.