Wezîrê derve yê Tirkiyeyê jî beşdarî konferansa Brûkselê nabe.
Biryare di vê mehê de civîna çar alî ya Astanayê ya tayber bi rewşa Sûriyeyê û normal kirina têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê li ser asta Cîgirên wezîrên derve yên Îran, Tirkiye, Rûsye û Sûriyeyê were lidarxistin.
Ji aliyeke din ve vê di rojên pêşiya me de 7mîn konferansa taybet bi Sûriyeyê li Brûkselê were lidarxistin lê wezîrê derve yê Tirkiyeyê di konferansê de amadenabe.
Herwiha Rûsye jî qala vê yekê dike ku, bernivîsa normal kirina têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê amadeye û niha li benda Sûriye û Tirkiyeyê ne. li hember de jî Sûriye dîsa merc bo Tirkiyeyê daniye û gotiye heta Tirkiye hêzên xwe nevekêşe emê têkiliyên xwe normal nekin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin