Çend leşkerên rejîmê hatine kuştin.
Li gor çavkaniyên mediyayî yên ji Rojava û Bakûrê Sûriyeyê, balefirên şer li du cîhan li hêzên rejîma Sûriyeyê dane.
Di vê derbarê de ajansa anha belav kiriye ku, balefirên şer yên Tirkiyeyê li Efrîn û Şehbayê êrîşî ser navendên hêzên rejîma Sûriyeyê kirine.
Di encama êrîşên ku, îro danê sibê pêk hatine herî kêm leşkereke rejîmê hatiye kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûne.
Weke tê zanîn beriya du rojan Tirkiye êrîşî ser karwaneke leşkerî ya Rûsî jî kiribû û amara kuştî û birîndarên Rûsî nehatibû belavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin