Ji kempa Şariya vegeriyane Şingalê.
Wezareta koç û koçberan ya Îraqê ragihand ku, di nava rojên derbasbûyî de weke merheleya duyem ya vegera awareyên Şingalî bo cîhên xwe, 440 awareyên din ji kempa Şariya ya li Dihukê vegeriyane Şingalê.
Di daxuyaniya wezareta koç û koçberan ya Îraqê de hatiye diyarkirin ku, ev vegera han piştî destpê kirina prosesa avedan kirinê destpê kiriye û hefteya derbasbûyî jî 307 awareyên din vegeriyane cîhên xwe.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, aware bi awayeke dilxwaz vedigerin û her cure hevkarî û karasaniyek jî pêşkêşî wan tê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin