Çeteyan li Efrînê jineked Kurd qetil kirin

piştî kuştinê mala wê jî şewitandine.
کوردستان TV
100%

Komên çete yên ser bi Tirkiyeyê li Efrînê piştî ku mala wê şêland û şewitand, jineke Kurd qetil kir.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çeteyên dewleta Tirk ji bo diziyê ketin mala jina bi navê Ûfê Şêx Ehmed (40) a ji gundê Şêx ê navçeya Racoyê ya Efrînê û ew bi amûreke tûj qetil kir.

Çeteyan, beriya ku Ûfê qetil bikin, mala wê ya li Çerxerêya Maratê ya li navenda bajarê Efrînê şêland û piştre şewitand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê demeke berê ragihandidbû ku jina Kurd a bi navê Qedriye Elî (70) a ji gundê Gopakê li pêşiya naveneke çeteyên ‘Sultan Mihemed Fatih’ a li taxa Maratê ya li Efrînê, jiyana xwe ji dest daye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.