Duhê li Bexdayê civîneke taybet hatibû lidarxistin.
Duhê li navenda lîkolînên steratejîk ya Elnehreyin ya li Bexdayê bi amadebûna Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Qasim Erecî û nunera Sekreterê giştî ya Netewên Yekgirtî li Îraqê Jenin Hennis Plaschrt civîneke taybet bo giftûgo kirin û nirxandina helwestên Îraqê li hember kempa Hol, terorîstên DIŞIê û zarok û kesûkarên terorîstên DIŞIê yên di nava kempa Hol de hate lidarxistin.
Di civîna han de nunera Sekreterê giştî yê NY Jenin Hennis Plaschrt gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, lazime zarokên nava kempa Hol beriya ku, bibin DIŞI û ji aliyê komên radîkal ve werin perwerde kirin, werin rizgarkirin.
Nav hatî diyar kiriye ku, eger ev zarokên han neyên rizgarkirin vê di pêşerojê de bibin kesên radîkal û dibin metirsiyeke mezin bo ser ewlekariya deverê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin