Hikûmet 130 hezar ton genim wergirtiye

genima herî zêde li Silêmanî hatiye wergirtin.
کوردستان TV
100%

Li her sê parêzgehan ji Cotkaran wergirtiye.

Birêveberê giştî yê bazirganiya herêma Kurdistanê Newzad Şêx Cengî ragihand ku, îsal hikûmeta herêma Kurdistanê rêjeyeke gelek zêde ji genimên Cotkarên Kurd stendiye û ji 27ê Adarê ve heta niha bi giştî 130 hezar ton genim li 3 parêzgehên Kurdistanê ji Cotkarên Kurd hatiye stendin.

Rêjeya herî zêde ya genima wergirtî li Silêmaniye ku, 58 hezar û 526 ton û 580 kîloye û li Hewlêrê jî 23 hezar û 650 ton û li Dihukê jî 48 hezar û 728 ton genim ji Cotkarên Kurd bo sayloyên navxweyî hatiye wergirtin.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.