Serok derbarê nîqaşên nava parlementoya Îraqê de peyamek bo raya giştî weşand.
Dhê bişev Serok Barzanî derbarê nîqaş û hewldanên nava parlementoya Îraqê yên li dijî Kurdistanê peyamek bo raya giştî weşand ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Mixabin di çend rojên derbasbûyî de di nav parlementoya Iraqê de hewleke neberpirsane û berevajiya destûrê ji bo kûrkirina kêşeyan û binpêkirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê hebû.
Tevahiya aliyek agahdarin ku berê guftûgo û rêkeftina binyatner li navbera aliyên pêkhênerên hevpeymaniya îdareya dewlet bi ber bi nehiştina kêşeyan li holê bû. Herwiha Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi encam û rêkeftinên gelek baş û erênî gihîştibûn bo ku girift bêne çareser kirin û hemû aliyek xizmeta aramiya welat û jiyan û guzeraniya xelkê bikin, ku mixabin hinek aliyên siyasî bi nefesekî înkarkarane û neberpirsiyarane li rêya destkarîkirina birgeyên proje yasaya budçeyê xwestin wiha bikin hîç wateyek ji bo kiyana Herêma Kurdistanê nemîne. Lê belê ew hewla neberpirsane serî negirt û hate pûç kirin. Rûdanên çend rojên derbasbûyî ya Encûmena Nûnerên Iraqê perde li ser rûyê rastiya aliyê şovenî û muzayedeçiyan û her wiha wan hemûyan rakir ku ne rêz li soz û îmzayên xwe digrin û ne rêza bingehên destûrê jî digrin.
Niha jî ku proje yasaya budçeyê li parlementoya Iraqê de hatiye pesend kirin, hêvîdarim ewê heye bi niyetekî paqij bê bicîhkirin.
Li gel vê yekê jî tekez li ser wê yekê dikîn ku Herêma Kurdistanê, milikê gelê Kurdistanê û berhema xwîn û xebata gelê Kurdistanê ye. Li beranber her cûre hewl û destdirêjî û bê pakiyek ji bo têkdan û nehiştina Herêma Kurdistanê bi tundî radiwestîn. Bi aliyê me ve Herêma Kurdistanê nekû tenê hêla sûre belku hêla mirine û yan Kurdistan yan nemane.
Mesûd Barzanî
11ê Hezîrana 2023
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin