EASA rê nade balefirên Îraqî li ser Ewrûpayê bifirin

dibêje ev kompaniya han gelek deyindare.
کوردستان TV
100%

Qedexeya ser geştên Îraqî Airways hat dirêjkirin.

Ajansa ewlekariya asmanî ya Ewrûpayê yaku, bi EASA tê nasîn duhê bişev biryara xwe ya derbarê qedexe bûna firîna balefirên ser bi Îraqi Airways li ser asmanê Ewrûpayê dirêj kir.

Di daxuyaniya EASA de hatiye diyar kirin ku, Îraqî Airways pêbendî şer û mecên ewlekarî yên firînên asmanî nabe û ewlekariya gelek firînên balefirên ser bi vê navendê di metirsiyê deye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyar kirin ku, heta niha EASA bi giştî 250 haletên şaş û metirsîdar yên Îraqi Airways nîşanî rayedarên vê kompaniyê kiriye lê jiber şaştî û kêmaniyên ku, di birêveberatiya vê kompaniyê de heye heta niha tenê bersifa 60 ji wan hatiye dayîn.

Herwiha hatiye nivîsandin ku, rixmî zêde bûna malên vê kompaniyê, lê ev kompanî gelek deyindare, 30 balefirên vê yên démodé hene û ji 4 hezar û 500 karmendan tenê hezar ji wan çalakin.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.