1 miliyar dolar li Tirkiyeyê hate girtin

xwestine ev pereyan bişînin bo Efrîqayê.
کوردستان TV
100%

Tevahiya han pereyan sextet bûne.

Li gor çapemeniyaTirkiyeyê hêzên ewlekarî yên vê welatî li bajarê Îstenbûlê operasiyonek lidar xistine û karîne dest deyinên ser pereyên sextet.

Çapemeniya Tirkiyeyê qala vê yekê kiriye ku, hêzên ewlekarî karîne di vê operasiyonê de dest deyinên ser 1 miliyar dolarên sextet.

Ji aliyeke din ve beriya çend rojan hin nivîskarên Tirk weke Ebdulqadir Selvî ku, kesekî nêzî AKP ye eşkere kiribû ku, di rojên pêşiya me de pereyeke gelek zêde derbasî Tirkiyeyê bibe û abûriya Tirkiyeyê bi vê pereyê were vejandin.

Hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê diyar kirine ku, 6 kes jî li ser vê mijarê girtine û gotine dixwazin pereyên han bişînin bo Efrîqayê.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.