Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek ji hunermendên Kurdistanê kir

Serok Barzanî tekez li ser girîngiya rola Hunermendan dike.
کوردستان TV
100%

Îro pêncşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya hijmareke Hunermendên Kurdistanê kir û di civînê de Serok Barzanî rixmî bixêr hatin kirina mêwanan, pêzanînên xwe ji bo rola hunermendên Kurdistanê li dîrok û geşbûna kultûr û hişyariya gelê Kurdistanê hebû û tekez li wê yekê kir ku ew rola hunermendek ji bo nasandina gelê xwe dibîne dikare gelek li rol û bandora siyasiyan ya li nasandina doza gelê Kurdistanê zêdetir bibê. Her wiha Serok Barzanî eve jî ji bo mêhvanan xisterû ku pêwîste huner li xizmeta doza rewaya gelê Kurdistanê da bê û bibê sedema kûrbûna xweşdiviya niştiman û pêkvejiyan û mirovdostiyê.

Di beşeke dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî hevsoziya xwe li gel kêşe û daxwaziyên hunermendên azîzên Kurdistanê nîşan da û ragihand ku bi hemû şiyanek ve piştevaniya daxwaziya hunermendane û xwazyarê eweye hunermend bikarin bi bextewerî û bê girift xizmeta pêşxistina çand û hunera Kurdistanê bikin.

Di beşeke din ya axaftina xwe de Serok Barzanî di derbarê rewşa siyasî berçavrûniyên pêwîst ji bo amadebûyan xisterû.

Her di vê hevdîtinê de beşek ji mêhvanan dîtin û nêrîn û pêşniyarên xwe yên di derbarê kêşe û gîr û giriftên hunermendan û daxwaziyên xwe ji bo Serok Barzanî behs kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.