Mesrûr Barzanî: Em binpê kirina mafên xwe qebûl nakin

behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî di civînê de hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel balyoza Amerîkayê li Bexdayê civiya.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza Amerîkayê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyoza Amerîkayê li Îraqê birêz Alina Romanawsky kir.

Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Amerîkayê Erven Hicks jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê pêwîstiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî li ser esasê destûr û rêz girtin ji rêkeftinan kir.

Mijara sereke ya civîna me taybet bû bi para herêma Kurdistanê ji bûdceya federalî û di vê derbarê de jî me ev yek dubare kir ku, me tevahiya hewlên xwe dane daku, di çarçoveya destûrê de bo parastina maf û şayîsteyên darayî yên herêmê li gel hikûmeta federalî lihev bikin lê me bi ti awayî binpê kirina mafên xwe jî qebûl nakin.

Derbarê rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê de jî em her du li ser lidar xistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di zûtirîn dem de hemfikir bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.